Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê  ji sedî 57 projeya asfaltkirina rêyan pêk aniye.  

Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
Şaredariya Hesekê ji sedî 57 projeya asfaltkirinê pêk aniye
30 tebax, 2026   03:39
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê meha Hezîranê dest bi xebata asfatlkirina rêyan kiribû.

Serokê beşa lêkolînan a Şaredariya Gel a bajarê Hesekê endazyar Ehmed Şêxmûs got wan ji 20 hezar û 367 metrekub 11 hezar metrekub asfalt belav kirin, anku ji sedî nêzî 57 pêk anîne.

Her wiha anî ziman ku 9 hezar metrekub asfalt nekirine û dê proje bi milyonek û nîv dolarê amerîkî pêk were.

Heyanî niha çerxerê, kolana El Mehete, kolana El Qudat heyanî El Umran, ji El Umran heyanî Ogarît, ji çerxerêya Cûdî heyanî fakûlteya çandiniyê ya taxa Kelasa, qada Cîtî Bas, ji parka Rêber Apo heyanî dibistana Elî Bekir a li taxa Nasira, kolana Qamişloyê, kolana dibistana El Nehda, kolana qewexaneyê, kolana dibistana Mutefewiqîn (Şagirtinê serketî), çerxerêya Nesir a li taxa Salihiyê, çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî, kolana dibistana El Wehde û Peymangeha Tenduristiyê ya li Salihiyê, dibistana Îsmaîl Toqan û ji çerxerêya Salihiyê heyanî çerxerêya Telai asfalt kirine.

Di van her du mehên li pêş dê kolana dibistana Deham Bozo ya taxa Salihiyê, kolanên Neşwa a rojhilat û Xiwêran a rojhilata, kolanên li derdora dibistana El Ferahîdî, kolana nexweşxaneya Dar El Şîfa, kolana nexweşxaneya El Hisên a Kelase asfalt bikin.

Şêxmûs diyar kir ku ew şebekeya kanalîzasyonê ya kolanan çêdikin piştre rêyan asfalt dikin û kolanên şebekeya kanalîzasyonê lê nebe, asfalt nakin.

 (np)

ANHA