Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye

Li bajarê Hesekê ava Elok ji ber pirsgirêkên şebekeyên avê nagihîje hemû mal û taxan, şênî neçar dimînin ku avê ji tankeran bikirin.

Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
Li Hesekê hîna pirsgirêka avê çareser nebûye
28 tebax, 2026   07:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Şêniyên Hesekê gotin hîna pirsgirêka avê bi temamî nehatiye çareserkirin û ew neçar dimînin ku avê bikirin. Hinek malbat 5 bermîlan bi 50 hezar lîreya Sûriyeyê dikirin û hinekî jî bi 60 hezar lîreyî dikirin.

Mihemed Mihemed got: "Piştî salên 7 salan ava elokê berdan û em gelekî kêfxweş bûn, bi taybet ava Elok paqij e, lê naghîjê hemû taxan, li hinek taxan jî tenê 2 caran ava vexwarinê hat û hinek taxan tenê yek carê hatiye, ew xetên avê yên şikestine hîna çênekirine û hinek mal jî cihê wan bilinde av nagihîjê wan. Ji ber ava vexwarinê sîstematîk nayê xelk neçar dimîne ku avê bikirin."

Ehmed Abdullah jî got: "Mala me li taxa El Neşwa El Xerbiyê ye, av tenê digihîjê kolana giştî û naghîjê me. Em neçar dimînin 5 bermîlên avê bi 50-60 hezar lîreyan  bikirin. Hinek malbatan bê ku agahî bidin daîreya avê xeta avê ji xwe re kişandin."

Ji taxa Til Hecer jî Ferhad Ehmed axivî û got: "Li kolana me av tenê digihîje çend malan, rê bilind e, av nagihîjê me û hinek xetên avê şikestine. Ev hefteyeke ava me nayê û em avê dikirin."

(np)

ANHA