Siberoja Lubnanê û şer Îsraîlê û Îranê di rojeva medyayê de bûn

Medyaya Erebî li ser cihê Lubnanê di hesabên Îranê de û siberoja hewldanên agirbestê nivîsîn, her wiha gotûbêjên li  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser şerê li dijî Îranê jî di rojevê de bû.

Siberoja Lubnanê û şer Îsraîlê û Îranê di rojeva medyayê de bûn
10 hezîran, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser rewşa Lubnanê û şerê berdewam li eniya başûr û gotûbêja li ser bandora rola Îranê li ser biryardana Lubnanê nivîsî.

GIRÎNGIYA LUBNANÊ JI BO ÎRANÊ!

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku Lubnan hîn jî elementek sereke di stratejiya Îranê de ye û Tehran bandora xwe li Lubnanê wekî pelika dan û standinê ya herî girîng di dan û standinên xwe de bi DYA û welatên Kendavê re dibîne.

Li gorî rojnameyê, Îranê piştî kêmbûna hebûna xwe li Sûriyeyê beşek girîng ji bandora xwe ya herêmî winda kiriye, lê hîn jî hewl dide ku Lubnanê wekî xalek zextê ya siyasî û herêmî biparêze.

PIŞTÎ KU KONGRESÊ PIŞTGIRÎ DA BIRYARNAMEYÊN HÊZÊN ŞER ÊN LI DIJÎ ÎRANÊ DÊ ÇI DIBE?

Reuters jî ciha da pêşketinên li DYA`ê yên der barê şerê li dijî Îranê de û destnîşan kir ku Kongreya Amerîkayê, ji destpêka şer ve cara yekem piştgirî da biryarên ku dixwazin desthilata Serok Donald Trump ji bo berdewamiya operasyonên leşkerî sînordar bikin. Ajansê destnîşan kir ku ev gav fikarên zêde di nav Partiya Komarî de li ser berdewamiya şer û encamên wê yên siyasî û qanûnî nîşan dide.

ÇIMA ŞERÊ ÎSRAÎLÊ RANAWESTE?

Malpera "Asas Media" diyar ku şerê berdewam ê Îsraîlê yê li Xeza û Lubnanê bi hesabên siyasî yên navxweyî yên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve girêdayî ye. Malperê nivîsî  ku Netanyahu hewl dide ku pevçûnan dirêj bike da ku ji pirsgirêkên qanûnî yên ku siberoja wî ya siyasî tehdît dikin dûr bibin.

Malperê destnîşan kir ku Netanyahu ji bo qonaxa piştî şer xwedî nêrînek zelal nîne, ku berdewamiya pevçûnê dike vebijarkek siyasî ku dihêle ew krîzên xwe yên navxweyî paşde bixe.

Her wiha nivîsî ku di navbera armancên rêveberiya Trump û nêrîna Netanyahu de, ku hewl dide rejîma Îranê bi xwe qels bike, cudahî heye.

(k)