Li Siwêdayê çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê

Li Siwêdayê bi çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bal kişandin ser pêşxistina rola jinan a dîrokî, bingeha wê ya berxwedan û ewlebûnê.

Li Siwêdayê çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê
Li Siwêdayê çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê
Li Siwêdayê çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê
Li Siwêdayê çalakiyeke wêjeyî ya bi boneya 25’ê Mijdarê
28 mijdar, 2026   15:32
SIWÊDA

Kampanyaya 16 rojan a Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Siwêdayê didome. Kombûna Jinan bi sernavê “Jinên ji ronahiyê” çalakiyeke wêjeyî û diyalogê li dar xist. Helbestvan, mamosteya zimanê erebî û endama Yekitiya Nivîskarên Ereb Macida Ebû Şahîn li çalakiyê amade bû, her wiha gelek wêjevan, nivîskar û rewşenbîr jî beşdarî çalakiyê bûn.

Helbestvan Macida bi helbest û axaftina xwe ya di nava çalakiyê de bal kişand ser doza tundiya li dijî jinan.

Bijîşk û endamê Yekîtiya Nivîskarên Ereb Îhsan Qendîl diyar kir ku girîng e mêr ji bo jinan destekê bidin û pê re dozên heyî çareser bikin, banga zêdekirina çalakiyên şîretkariyê kir û wiha anî ziman: “Helbestvan ne helbestvanê rastî ye heke li dijî jinan û mafê wan be.”

Endama Komeleya Meheba û Wefaa Sîham Zehredîn jî diyar kir ku divê hişmendiya civakî bê pêşxistin û rê li ber tundiyê bê girtin.

Çalakî piştî nîqaşan bi dawî bû.

(sb)

ANHA