Li Derayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li derdora bajarê Inxilê yê gundewarên Derayê cenazeyê kesekî hat dîtin.

Li Derayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
10 hezîran, 2026   10:14
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, duh cenazeyê ciwanê bi navê Şadî El Şerîf li derdora bajarê Inxilê yê gundewarê Derayê hate dîtin.

Çavkaniyan diyar kir ku li ser cenazeyê Şadî yê ji bajarokê Qîta yê bakurê Derayê şopên lêdana bi alavên tûj hebûn.

Sedema vê bûyerê û kesên li pey wê hîna nehatin aşkerakirin.

(bb)