DYA û Îranê êrişî hev kirin

Bi fermana Serokê DYA'yê Donald Trump artêşa Amerîkayê piştî îdiaya xistina helîkoptereke DYA'yî, êrişên hewayî bir ser Îranê. Îranê jî li baregehên Amerîkî yên li Bahreyn, Kuweyt û Urdunê xist.

DYA û Îranê êrişî hev kirin
10 hezîran, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku roja Sêşemê êrişên hewayî biriye ser Îranê. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENCTOM) diyar kir ku êriş bi fermana Serok Donald Trump saet di 21:00 de dest pê kiriye.

Di daxuyaniya CENTCOM'ê de hate ragihandin ku operasyon li hemberî xistina helîkoptereke Amerîkî ya ji aliyê Îranê ve "bersiveke parastina rewa ya di heman astê de" bû.

Serokê DYA'yê Donald Trump ji televîzyona Amerîkî ABC re axivî û diyar kir ku bersiva ji Îranê re bê dayin wê "gelekî xurt û hişk" be.

Medya Îranê ragihand ku li peravên başûr ên welêt û li derdora Tengava Hurmuzê dengê gelek teqînan hate bihîstin. Hate ragihandin ku trafîka li vê tengava stratejîk hîn jî girtî ye.

Artêşa Pasdaran a Îranê jî eşkere kir ku weke bersiva li êrişên DYA'yê li hemberî hedefên leşkerî yên Amerîkî yênl i Bahreyn û Urdunê operasyon kirine.

Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran de hate gotin, DYA'yê êriş bir ser hedefên li Giravên Cask, Sirik û Keşm ên Îranê, xisar li dîrekekî telekomunîkasyonê ya li Sirikê bûye û du depoyên avê hilweşiyane.

Hate gotin, hêzên deryayî yên Îranê weke bersiva li vê yekê êriş birin ser balafirên bêmirov ên Fîloya Pêncemîn a DYA'yê ya li Bahreynê.

Îranê her wiha diyar kir ku li baregehek Amerîkî ya li herêma Azrakê ya li Urdunê xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin, qadên ku balafirên şer ên F-35 lê bûn û navenda fermandariya leşkerî ya DYA'yê bû hedef û çar hedefên girîng hatin îmhakirin.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand ku pergalên parastina hewayî bersiva hedefên hewayî yên dijminan dane û ji niştecihan xwest ku ji çavkaniyên fermî agahî werbigirin.

Hêzên Çekdar ên Urdunê jî xistina 5 mûşekên ku ji Îranê ber bi herêma Azraqê ve hatine avêtin  ragihand û da zanîn ku bermahiyên mûşekan di nava axa Urdunê de ketine, lê zearên madî û canî çênebûne.

(bb)