Sibe, li Fransayê Mîhrîcana Hozan Serhed li dar dikeve
Li bajarê Reims ê Fransayê amadekariyên 3’emîn Mîhrîcana Hozan Serhed ku bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) tê kirin, temam bûn.

Tê payîn ku gelek kes tevlî mîhrîcanê bibin, ku di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de wê di 22’ê Hezîranê de were lidarxistin.
Komîteya amadekar diyar kir ku ji bo mîhrîcanê beşdarbûn wê ji gelek navendan were kirin û bi taybet atmosfera erênî ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo afirandiye, were teyisandin.
Jin û ciwanên ku li Hollanda, Belçîka bi taybet li Almanya dijîn wê tev li mihrîcanê bibin.
Di mihrîcanê de gelek rêxistinên jinan wê standê vekin û nasandina xwarinên herêmî werin kirin.
Di çarçoveya mîhrîcanê de ji bo zarokan jî amadekariyên taybet têne kirin. Wê di mîhrîcanê de parka zarokan hebe û gelek aktivîteyên zarokan pêk were. Koma govendê ya zarokan jî wê reng bide mihrîcanê.
BERNAMEYA DIKÊ
Hunermend Şiyar û Dijwar, Şerîf Omerî, Helbest Arî û Dengbêj Xiyasetîn wê di mihrîcanê de derkevin ser dikê.
Li ser navê Komîteya amadekar siyasetmedarê Kurd Galîp Sonmez bang li hemû Kurdistaniyên li Fransa û welatên derdor jiyan dikin kir ku tevlî mihrîcanê bibin.