Desteya Çandê sibebuhêrkek helbestî li Dêrazorê li dar xist
Helbestvanên Dêrazorê girîngî da çand û wêjeyê di avakirina civakê de û got rola afirînerî di pêşdeçûn û xurtkirina nasnameyê, vejandina mîrasa helbestê û fikrî li herêmê de girîng e.
Bi beşdariyek girseyî ya xelkê kantona Dêrazorê, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Desteya Çandê ya Meclisa Rêveber sibebuhêrkek helbestî li dar xist.
Di çalakiyê de şênî, nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Yekitiya Şaredariyan a bajêr, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên meclîsên herêmî û endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk amade bûn.
Axaftina destpêkê ji hêla hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Suce El Huwêdî ve hat kirin. Suce bixêrhatina beşdaran kir û spasiya kedên aliyê organîzetor kir.
Di çalakiyê de endazyar û helbestvan Hanî El Safî û helbestvan Samir El Şemerî helbestên xwe yên li ser biratiya gelan û hezkirina welat gotin.
Her wiha zarok Nûr El Şemrî (10) jî bi helbesta xwe ya li ser bedewî û kevneşopiya Dêrazorê beşdar bû.
Di çalakiyê de helbestvan Samir El Şemerî girîngî da vejandina çandê û diyar kir ku mirov ne tenê bi xwarinê dijî, divê aliyên wî yên ruhî, fikr û çandî jî hebin û ew alî jî di rêveçûna neteweyan de xwedî bandorên mezin in.
El Şemerî aşkera kir ku cih û pêşketina dewletan bi mîqdara hebûna wêjevean, helbestvan, ramyar û hunermendên wê tê pîvandin û ew hêza nerm e ku bandora xwe ji çekan wêdetir e.
Ev çalakî di çarçoveya xebatên Desteya Çandê ya Dêrazorê ya ji bo vejandina mîrasa wêjeyî û zimanî ya herêmê û pêşxistina huner û wêjeya helbestê di nava civakê de, pêk tê.
(ac/fr)
ANHA