Sibê koma dawîn a koçberên Efrînê vedigere

Koma nehemîn û dawîn a koçberên ji Efrînê yên ku niha li bajarên herêma Cizîrê dijîn, dê sibê vegerin malên xwe yên li Efrînê.

Sibê koma dawîn a koçberên Efrînê vedigere
15 tîrmeh, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma nehemîn û dawîn a koçberên Efrînê amadekariyan dike ku sibê (Pêncşem) ji bajarên Hesekê, Qamişlo û bajarên din ên herêma Cizîrê ber bi bajarê Efrînê û deverên derdora wê ve biçin.

Ev veger wek beşeke pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tê.

Koma heştemîn di 10`ê Hezîranê de ji bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê derketibû ku ji nêzîkî hezar û 700 kesî pêk dihat.

(k)

ANHA