Ji ber rewşa jiyanê ya xirab koçberî li gundewarên Hesekê zêde bûye

Pêla koçberiyê ji gundewarên rojhilat û başûrê parêzgeha Hesekê ber bi parêzgehên din ve berdewam dike.

Ji ber rewşa jiyanê ya xirab koçberî li gundewarên Hesekê zêde bûye
15 tîrmeh, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên rojhilat û başûrê parêzgeha Hesekê, ji ber xirabûna şert û mercên aborî û xizmetguzariyê û bilindbûna buhayan, gelek şênî ber bi parêzgeh û bajarên din ve koçber dibin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku gelek şênî ji deverên Til Birak, Til Hemîs, Hol û Şedadê ji bo xebatê ber bi Şamê ve çûne, hinên din jî ji bo ku hewcedariyên xwe yên bingehîn peyda bikin, berê xwe daye parêzgeha Derayê da ku li zeviyên sebzeyan bixebitin.

Çavkaniyan da zanîn ku şêniyên li deverên di bin kontrola hikûmeta demkî de ji kêmbûna xizmetguzariyan, mûçeyên nedayî û kêmbûna sotemeniyê, êşê dikşînin, lewma neçarî koçberiyê dibin.

Li gorî çavkaniyan, polîtîkayên hikumeta demkî û têkçûna xizmetên bingehîn bûne sedema zêdebûna rêjeyên koçberiya navxweyî û koçberiya ji herêmê.

(k)

ANHA