Hêzên Îsraîlê li başûrê Quneytîrayê kesek girt 

Li gundê El Meileqa yê girêdayî Quneytîrayê hêzên Îsraîlê kesek girt.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Quneytîrayê kesek girt 
15 tîrmeh, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîl îro ketin gundê El Meileqa yê Quneytîrayê û benda kontrolê ji bo demeke kurt li gund danî. Li ser benda kontrolê kesên diçûn û dihatin kontrol dikirin. Herî dawî ji gund kesek girtin û paşve kişiyan.

Duh jî hêzên Îsraîlê ketibûn gundê Meiriya yê li rojavayê Derayê û gundê El Besalî yê li başûrê Quneytîrayê.

(np)