Şêx Xezal Xezal: Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesaban

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku welat veguheriye qada tesfiyekirina hesabên mezhebî û got, hikumeta veguhêz pêkhateya sunnî di siyaseta xwe de bi kar tîne.

Şêx Xezal Xezal: Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesaban
24 mijdar, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diasporayê Şêx Xezal Xezal der barê êrişên komên çekdar ên li bajarê Humsê ku piraniya niştecihên wê Elewî ye daxuyaniyek da.

Şêx Xezal Xezal diyar kir ku Sûriye bûye qadeke vekirî ji bo nakokiyên mezhebî.

Şêx Xezal destnîşan kir ku Elewiyan qet giranî nedane girêdana mezhebî û tu carî jî li dijî rêvebirina welêt ji aliyê Sunnî, Kurd, Durzî an jî pêkhateyeke din a civaka Sûriyeyê ve derneketine.

Şêx Xezal Xezal di dewama daxuyaniya xwe de got "Civaka Elewiyan ji ber baweriya xwe ya bi rewatiya dewletê anîn çekên xwe radest kiribûn. Lê paşê xwe di bin desthilateke terorîst, tekfîrî, mezhebî û dûrxistinê ya de facto de dîtin."

Şêx Xezal Xezal îşaret pê kir ku "hikumeta veguhêz pêkhateya sunnî wekî amûr di siyaseta xwe de bi kar tîne. Her çiqasî ku dengên bi bangên edaletê an şermezarkirinê zilmê bilind dibin, dest bi xîtabata sorkirinê dike."

Şêx Xezal Xezal xîtabî pêkhateya sunnî kir û ev tişt got:

"Di navbera me û we de şerê hebûnê tune ye, lê wisa nekin."

Her wiha bang li tevahî sûriyeyan kir ku ji gotinên mezhebî û hewldanên derxistina fitne û cudekariyê dûr biçin.

(bb)