Li Amûdê û Kobanê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Amûdê û Kobanê bi boneya 25’ê Mijdarê civîn, semîner û meş hatin lidarxistin.

24 mijdar, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê civînek li bajarê Amûdê li dar xist. Di civînê de endamên yekitiyê yên bajarên Amûdê û Qamişlo beşdar bûn.

Endama Yekitiyê Rewşenbîran a bajarê Amûdê Civîn Hebîb li ser dîroka tundiya li ser jinan axivî û got, dîroka wê vedigere serdemên kevirî û yên kevin.

Civîn Hebîb bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya zilamperest û îradeya jinan a avakirina civaka azad û wekhev silav kir. Her wiha bal kişand li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên rola jinan de.

Di dawiya civînê de beşdaran rola jinan di avakirina civaka azad de vegotin.

Piştre helbestvan Bêrîvan Faris 2 helebst li der bedewiya jinan û rola wan di civakê de xwendin.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Kurd semînerek li ser têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û li ser diyardeya hişbirê û bandorên wê yên nerênî, da. Semîner li navenda çandê ya Kemal Derwîş a bajarê Amûdê hat dayîn. Di semînerê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şênî beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Esaf li ser metirsiya hişbirê û bandorên wê li ser civakê axivî û got ku ev diyarde di serî de ciwanan hedef digire.

Di semînerê de li ser têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û girîngiya bilindkirina asta zanabûnê ya şêniyan, nîqaş hatin kirin.

Jinên kantona Firatê jî li dijî tundiyê meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ji Kolana 48’an ber bi qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. 

Li qada Jina Azad a bajêr, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Kantonê Fêrya Mistefa got: "Jin di meşa 'Bi Rêber Apo re di hevaltiyeke komî de bijîn' de, beşdar bûne. Li seranserî cîhanê bi hezaran jin tên kuştin, pêwistiya van sûcan jî bi têkoşîneke xurt heye."

Fêrya Mistefa destnîşan kir ku serkeftin bi rûniştandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan re, pêk tê.

(mh)

ANHA