Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê wê ji kar derkeve

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê da zanîn ku şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Donald Trump û cîgirê wî wê ji kar derkevin. Raporan bi bîr xistin ku nûnerê Amerîkayê yê taybet Steve Witkoff wê şûna wî bigire.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê wê ji kar derkeve
1 gulan, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê ragihand ku şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Mike Waltz û cîgirê wî Alex Wong wê dev ji erkên xwe berdin, di heman demê de li gorî texmînan wê navên ku şûna wan bigirin werin aşkerakirin.

Tora Fox News a Amerîkayê got ku tê pêşbînkirin ku navên din jî derkevin holê û serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser vê mijarê biaxive.

Tora CNN û kovara Politico jî da zanîn ku nûnerê Trump ê taybet ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo ku şûna Waltz bigire, berbijêr e.

(mh/fr)