Endamên PYD’ê: Bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê’

Endamên PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk li hember ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ tu gavên cidî neavêtine, her wiha ji bo aştî pêk were divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

Endamên PYD’ê: Bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê’
2 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Tevî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê 2025'an de hat kirin, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî neavêtine, her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome.

Mihemed Eşref Elî diyar kir ku di ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ re 2 meh derbas bûn, lê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine û bê deng e.

Eşref Elî wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ vala derxe. Ji bo aştî pêk were divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Her wiha divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje da ku pêşiya şer jî bê girtin. Eger bi cidî nêz nebe dê li Rojhilata Navîn krîzên mezin derkevin.

Hude Mihemed destnîşan kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: "Aştî bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çênabe. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên azad didomin, her wiha bi cidiyet nêzî banga Rêber Abdullah Ocalan nabe. Ev jî diyar dike ku ew aştiyê naxwaze.”

Feyad El Hesanî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo temamkirina projeya neteweya demokratik e û got: "Bi saya vê bangê em dikarin bi hev re û bi aştî bijîn. Her wiha berxwedana ku PKK dike, ji bo dewleta Tirk tirseke mezin e. Rêber Abdullah Ocalan bang kir da ku pirsgirkêrên heyî çareser bibin, lê dewleta Tirk li hemberî vê yekê jî cidî nêz nebû."

El Hesanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “2 meh derbas bûn û dewleta Tirk ev bang bi cidî negirt. Divê azadiya Rêber Apo misoger bibe da ku aştî pêk were. Wê demê pirsgirêk jî dê bên çareserkirin. Her wiha divê CPT jî li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê deng nemîne."

ANHA