Şêwirmendê eşîra Cibûr: Em li dijî kîndariyê ne

Şêwirmendê eşîra Cibûr Ekrem El Mehşûş piştgiriya xwe ji bo QSD'ê nîşan da û gotinên kîndariyê red kirin.

Şêwirmendê eşîra Cibûr: Em li dijî kîndariyê ne
14 tebax, 2025   06:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li Sûriyeyê kîndarî zêde bûye. Ev kîndarî li dijî hin herêmên diyar tê kirin, ev jî dihêle ku alozî kûrtir bibe û aştiya navxweyî têk biçe. Li hember vê rewşê bangên ji bo hevgirtina neteweyî jî bilind dibin.

Şêwirmendê Meclisa Eşîra Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş, der barê rola eşîrên Ereb di avakirina aştiyê de, gotinên kîndariyê li dijî herêmê de ji ajansa me re axivî.

EŞÎRÊN NE LI SER AXA XWE NÛNERIYA ME NAKIN

El Mehşûş got: "Em dibînin ku rewşa siyasî bandorê li eşîrên li Sûriyeyê kiriye. Em wek eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em li cih û warê xwe ne û herêmên xwe temsîl dikin. Yên li derveyî vê axê biryar û îradeya me temsîl nakin. Em qebûl nakin ku eşîr li gorî ajandeyên desthilatê tev bigerin. Em dixwazin aştî û hemahengî di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de pêk were.”

ME FITNEYA DI NAVBERA KURDAN Û EREBAN DE LI ŞÛN XWE HIŞT

El Mehşûş bal kişand ser gotinên kîndariyê û hewldanên derxistina fitneyê û got ew hewldan ne nû ne û wiha pê de çû: "Ew kevn in, me fitneya di navbera Kurdan û Ereban de li şûn xwe hişt, ji ber têkiliyên xurt ên di navbera me de, cihê fitneyê li herêmên me tune ye. Fitne û kîndarî bi giranî ji hundirê Sûriyeyê li dijî herêmên me tên kirin.”

BÛYERÊN SIWÊDAYÊ Û REŞKIRINA NAVÊ EŞÎRAN

Ekrem El Mehşûş li ser tiştên ku li Siwêdayê qewimîn got: "Tiştê ku li Siwêdayê qewimî, xirakirina navê eşîran e. Eşîr her tim egera ewlehiyê bûne û rola wan ne hilgirtina çekan e, lê banga lihevhatinê ye. Yên ku çekan hildigirin nikarin lihevhatinê bikin. Tiştê ku li Siwêdayê qewimî ji bo eşîran şerm e, ji ber ku Siwêdaye parçeyekî Sûriyeyê ye û xwedî çand û dîrokekê ye.”

QSDˊÊ HÊZEKE NETEWEYÎ YE KU BI FITNEYÊ NAYÊ HILWEŞANDIN

Ekrem El Mehşûş der barê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de jî axivî û got: “QSD zarokên me ne, armanca fitne û kîndariyê ya li dijî wan ew e ku eşîr zarokên xwe ji nav vê hêzê bikşînin û jê veqetin. Ev yek tenê xeyalek e. Ev fitne sûc e, ji ber ku QSD`ê hêzên Sûriyeyê ne û bingeha artêşa Sûriyeyê ya siberojê ne. Ger lihevkirinek hebe, dê QSD`ê li hemû deverên Sûriyeyê hebe.”

LI DIJÎ ŞERÊ NEXWEYÎ HIŞYARÎ

Şêx Ekrem El Mehşûş bang li hemû kesên ku li dijî herêmê fitneyê dikin kir û got: "Em şerê navxweyî naxwazin, lê heke hin eşîr û daxuyanî hebin û li dijî herêmên me fitne û sorkirinê dikin, em bi bawerî dibêjin ku em ne alîgirê şer in. Lê êrişa li dijî herêmên me dê ne wekî çûyîna seyranekê be.”

XÎTABA NETEWEYÎ Û YEKITIYA SÛRIYEYÊ

Şêx Ekrem El Mehşûş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em alîgirên xîtaba neteweyî ne û bi daxwazên gelê Sûriyeyê re ne. Em banga yekitiya axa Sûriyeyê dikin dûrî hemû destwerdanên derve û dubare dibêjin ku daxwaza me aştî ye.”

(k)

ANHA