Çalakvanê siyasî: Navendîkirina Sûriyeyê dê bibe sedema şerê navxweyî

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî Elî Emîn Siwêd hişyarî da ku hikumeta veguhêz hewl dide modelek navendî ya rêveberiyê bi zorê ferz bike. Siwêd got "Sûriye bêyî avakirina pergaleke nenavendî ya rêveberiyê nikare ji nava aloziyê derkeve.”

Çalakvanê siyasî: Navendîkirina Sûriyeyê dê bibe sedema şerê navxweyî
14 tebax, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember hewldanên çespandina sîstemeke navendî li Sûriyeyê, gelek kesayet û derdor dengê nerazîbûnê bilind dikin. Li gorî van derdoran sîstema navendî bûye egera gendelî û dûrxistinê, her wiha bûye bingeha avakirina rejîmeke otorîter.

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê sûriyeyî Elî Emîn Siwêd der barê mijarê de ji ajansa me re got: "Hewldanên lihevhatinê gihaştine rêyeke bêencam, ji ber ku tu hewldanên rastîn ji bo çareseriyê nehatine kirin, bi taybet ji hêla hikumeta Şamê ve. Ev hikumet hevkarî û demokrasiyê napejirîne, tenê baweriya xwe bi kesên nêzîkî xwe û xizmên xwe tîne.”

Elî Emîn Siwêd got: "Ji ber van boçûnan, vê hikumetê ji bo her beşekî civakî sedeme dijmijatiyê afirand. Ji bo civaka li peravê tewanbariya herî hêsan ku ew bermayên rejîmê ne, yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cudaxwaz in, ên Siwêdayê xayin û ajanên Îsraîlê ne. "

‘NAVENDÎKIRINA SÛRIYEYÊ DÊ BIBE SEDEMA ŞERÊ NAVXWEYÎ’

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûrîyeyî Elî Emîn Siwêd da zanîn ku di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baasê de, Sûrîyeyê bûbû mezraya taybet bo desthilatdaran, ew kesên kesên ku bi hesin û agir deriyê mezrayê diparstin, wan fêkiyên wê dixwarin. Wan jî tewanberiyên bêserûber li civakan kirin "Rejîma Esed bi awayekî veşartî û nepenî perçebûn di nav civakê de çand, û karîbû Sûrîyeyê talan bike û gelê Sûrîyeyê ji mafên wan ên aborî, siyasî, çandî û giştî bêpar bike."

Siwêd hişyarî da ku "eger hikumet hewl bide modelek navendî ya rêveberiyê bi zorê ferz bike, ez bawer dikim ku Sûriyeyê dê vê carê bikeve qonaxek nû ya şerê navxweyî, an jî dê bibe nîv-dewlet, dê aboriya wê hîn bêhtir hilweşe û hêza gelê Sûriyeyê di hundur û derve de têk biçe û bimîne li benda alîkariyên navneteweyî.”

Siwêd têkildarî mijarê diyar kir: "Sûriye bêyî avakirina pergaleke nenavendî ya rêveberiyê, nikare ji nava aloziyê derkeve. Ez dibêjim nenavendîkirina Sûriyeyê ji ber ku nenavendîbûn li her dera cîhanê ne wekî hev e. Her çend federalîzm, konfederasyon û federasyon formên nenavendîbûnê ne jî, lê hemû şêweyên federalîzmê ne mîna hev in. Her pergaleke nenavendîbûnê bi awayekî hate damezirandin ku berjewendiyên her kesî li welêt pêk bîne. Almanya nenavendî ye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nenavendî ne, lê ew ne mîna hev in."

Siwêd wiha dawî li gotinên xwe anî: "Sûriye hewceyî civîneke rêberên civaka Sûriyeyê ye, ji hemû beşên civakê, hewceyî projeyeke ji bo nenavendîkirina Sûriyeyê ye ku dewletê û mafên welatiyan diparêze û dilsoziya welatiyan bi vî welatî re zêde dike.”

(k)