Sewaldarî li Humisê di sekeratê de ye

Li parêzgeha Humsê, sewaldarî di rêjeyek diyar de ketiye rawşa qeyranê. Xwediyên sewalan yan dest jê berdidin an jî sewalên xwe difiroşin.

Sewaldarî li Humisê di sekeratê de ye
24 cotmeh, 2025   05:05
HUMIS

Li parêzgeha Humsê pirsgirêkên aborî û jîngehî bandoreke mezin a neyînî li sewaldariyê dikin. 

Li gorî xwediyên sewalan lêçûnên xwedîkirina pez pir zêde bûne, lê rewşa aborî ya herêmê gelekî dijwar bûye, li beramberî vê rewşê berhemên pez jî têrî pêşwazîkirina mesrefan nake.  Li aliyê din zuwabûn û nebûna qada çêrandinê jî bandorek neyînî çêkiriye. 

Nexweşiya sewalan jî pirsgirêkek din a derdikeve pêş e. Hat diyarkirin ku dermanên sewalan kêm in, yên heyî pir buha bûne, lewma nexweşî di nava sewalan de belav bûye.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku hikûmeta veguhêz jî destekê nade xwediyên sewalan, lewma gelek sewlvan keriyên xwe yên pez difiroşin, lê neçar dimînin ku bi buhayekî erzan bifiroşin. Hejmarek mezin a sewlvanan jî dest ji sewldariyê berdaye.

Li gorî lêkolînekê li Humsê di navbera salên 2024 û 2025’an xwedîkirina pez ji sedî 4.1, bizin ji sedî 2.3 û mirîşk ji sedî 4,2 daketiye.

Pisporan diyar kir ku pêwîste tedbîrên pêwist werin girtin, êmê pez bi buhayê guncav were peydakirin, derman û xizmetên beyterî werin pêşkêşkirin. Dîsa cihê çêrandinê werin diyarkirin.

(dc/

ANHA