Hikumeta veguhêz karmendan neçarî îstîfayê dike

Hikumeta veguhêz bi biryarên xwe yên guhertina cihên karmendên saziyên hikumetê û erkdarkirina wan li parêzgeheke din, wan neçarî îstîfayê dike. Li şûna wan jî karmendên girêdayî xwe bi peymanên taybet bi cih dike.

Hikumeta veguhêz karmendan neçarî îstîfayê dike
24 cotmeh, 2025   07:30
ŞAM

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hezaran karmendên saziyên dewletê yên dema îcazeya wan bi dawî bû, neçarî guhertina cihê wan ê kar dike. Karmendan bi îdiayên cuda li parêzgehên din erkdar dike. Hin karmendan destnîşan kir ku hikumet bi vê yekê dixwaze karmend îstîfa bikin û li şûna wan karmendên nêzî xwe bi peymanên taybet erkdar bike.

Hejmareke karmendan der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Behaneya wan çi ye; karmendên ji Helebê bînin Şamê û wî derveyî pîşeya bi dehan salan tê de kar dikir, erkdar dikin. Armanca wan ew karmend îstîfa bikin.”

Karmendên di “Şîrketa Balafiran” de dixebitin destnîşan kir ku di saziyê de tu karmendên kevn nemane, hemû veguhastine parêzgehên din ên Sûriyeyê. Armanca wan ew karmend îstîfa bikin.

Çavkaniyek ji “Sîgortaya Civakî” ya girêdayî Wezareta Civakî û Kar a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku hejmara karmendên ber bi îstîfayê ve diçin bûne bi hezaran. Ev ji piraniya herêmên Sûriyeyê ne û got saziya wan nema dikare bersiva karmendan ên der barê mijarê de bide.

Li aliyê din hin karmendên ji neçarî qebûl kiriye biçin cihên nû yê kar li parêzgehên din, neçar dibe dûrî malbata xwe bikeve. Ev mijar bi taybet bandoreke mezin li jinan kiriye.

Li gorî çavkaniyên ji ajansa me re got rojane bi dehan karmend li ber Wezareta Bilind a Perwerdeyê û saziya lêkolîna zanistî ya girêdayî hikumeta veguhêz disekinin, dixwazin ji nexweşxaneyên perwerdeyê û bi taybet a Beyrûnî ji bo nexweşxaneyeke din werin veguhastin. Lê wezaret daxwaza wan red dike, bi îdiaya dike biryara vê mijarê ne di destê wezîr de ye.

(dc)

ANHA