Meclisa Gelan tayînkirina hevserokên ji bo meclisan hatine hilbijartin erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya asayî ya 6ˊemîn de tayînkirina hevserokên nû yên ji bo meclisan hatine hilbijartin, erê kir û aktîvkirina rola meclisan di sazûmaniya Rêveberiya Xweser de nîqaş kir.

23 cotmeh, 2025   19:16
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Demokratîk îro rûniştina xwe ya asayî ya 6ˊemîn li dar xist. Di rûniştinê de encamên hilbijartinan û dagirtina valahiyên îdarî hatin qebûlkirin û hevserokên nû yên ji bo meclisan hatine hilbijartin hatin êrkirin. 

Di rûniştinê de pêşdeçûnên siyasî û rêxistinî di çarçoveya pêşxistin û aktîvkirina rola meclisan di sazûmaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatin nîqaşkirin.

Rûniştin li navenda meclisê ya li bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi amadebûna endaman, hat lidarxistin. Armanca rûniştinê tayînkirina hevserokên nû yên ji bo meclisan hatine hilbijartin û dagirtina valahiyên îdarî di nava deste û meclisên kantonê de, li gorî madeya 97ˊan a Hevpeymana Civakî, bû.

Rûniştin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre biryar û nîqaşên rûniştina berê hatin xwendin û xebatên meclisê yên di navbera her du rûniştinan de, hatin pêşkêşkirin û çalakiyên meclisê tev lê bûye hatin nirxandin.

Di warê siyasî de beşdaran pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê û herêmê nîqaş kirin û diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêdeçûnên giyosiyasî hene û cihê Sûriyeyê yê erdnîgarî, siyasî û aborî dihêle bibe tewareya sereke di hewlên aramiyê de.

Beşdaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewlên xwe yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û derbekirina destkeftiyên gelên herêmê didomîne.

Di nîqaşan de behsa rola Rêveberiya Xweser a di dirêjahiya 11 salên borî de hat kirin û hat gotin ku ligel astengî, êriş û şerê taybet karî li ber xwe bide.

Di warê rêxistinî de, meclisê nivîsên ji saziyan hatine pêşkêşkirin ve yên ji bo destnîşankirina nûnerên xwe yên nû nîqaş kirin û ew nûner hatin erêkirin.

Dûre hevserokên meclisên rehendan; ji Yekitiya Şaredariyan Bêrîvan Omer û Ehmed Ebdo, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Mahsûm Hesen û Armanc Hisên, Meclisa Jîngehê Rovend Ebdo û Mihemed El Elî û Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê Mazlûm Husam û Neclaa El Ewad, sond xwar.

Li gorî bendên Hevpeymana Civakî, Yekitiya Şaredariyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jîngehê, Meclisa Perwerdê û Fêrkirinê bi awayekî otamatîkî tev li Meclisa Gelan a Demokratîk dibin û nûnertiya saziyên xwe yên di Meclisa Gelan de dikin.

Rûniştin bi teqeziya berdewamkirina lidarxistina rûniştinên dorveger bi dawî bû. Tê payîn meclis di hefteya bê de rûniştineke nû ji bo temamkirina sondxwarinê ji aliyê endamên nikarîn beşdar bibûna ve û şopandina avakirina meclisên gel di kantonê de.

(fr)

ANHA