Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn

Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkên hunerî ku li gundên Şehbayê dabû destpêkirin, bi dawî kirin.

Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
Şevbuhêrkên hunerî yên li Şehbayê bi dawî bûn
23 îlon, 2024   22:41
ŞEHBA

Şevbuhêrka dawîn li gundê Babinisê yê Şehbayê bi beşdariya bi dehan şêniyên gund û gundên derdorê li dar ket.

Di serî de rêvebera Tevgera Çand û Hunerê Newroz Silêman berxwedana şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê û girêdana wan a bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ve silav kir.

Newroz Silêman wiha got: "Em di parastina çanda xwe ya Kurdî de dewam dikin. Her wiha em ê xebatên xwe yên têkbirina şerê taybet ê bi armanca kontrolkirina mejiyên nifşên nû, bidomînin."

Li dawiyê komên hunerî stran û govendên folklorîk pêşkêş kirin.

(mh)

ANHA