Di êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê de 16 sûriyeyî hatin qetilkirin

Di êrişên îro yên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de ji 4 malbatên Sûriyeyî 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê de 16 sûriyeyî hatin qetilkirin
23 îlon, 2024   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê de îro ji 4 malbatên Sûriyeyî 16 kes di nav de zarok û jin jiyana xwe ji dest da.

Di encama ketina moşekeke Îsraîlê li maleke başûrê Lubnanê ji malbateke Girê Spî 3 jinan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha ji malbata Yasîn a ji bajarokê Meeret Hirme yê gundewarê Idlibê 6 kes (mêr û hevjîn, 4 zarok) jiyana xwe ji dest da.

Girêdayî mijarê, di êrişên li ser başûrê Lubnanê de zarokek ji bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encamaê êrişên Îsraîlê li dijî Mecdel Selem û Xiyam ên başûrê Lubnanê de 5 sûriyeyî ji malbata Keraf ku ji bajarokê Orom El Kubra yê rojavayê Helebê ne, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha SOHRʹê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên beriya çend rojan li dijî başûrê Lubnanê de ciwanekî Sûriyeyê hat qetilkirin.

Bi vê yekê, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve hejmara sûriyeyên li Lubnanê hatine kuştin, bû 50 di nav de 7 jin û 13 zarok in, her wiha 21 jî birîndar bûn.

(fr)