Telet Yûnis: Bi qonaxa erênî re bingeha pêvajoyeke nû tê avakirin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Telet Yûnis got peyama Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê di pêvajoyê de destpêkeke nû ye. Qonaxa erênî ya avakirinê divê bi guhertinên di destûrê de dest pê bike û got “Gavneavêtina ji aliyê dewleta Tirk ve di vê qonaxê de astengiya herî mezin e.”

Telet Yûnis: Bi qonaxa erênî re bingeha pêvajoyeke nû tê avakirin
4 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî peyam û banga Rêber Abdullah Ocalan ên di 27`ê Sibata 2025 û 27’ê Sibata 2026`an de, qonaxa ku pêvajo gihaştiyê û astengiyên li pêş pêvajoyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Telet Yûnis ji ANHA`yê re axivî.

Telet Yûnis diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibatê 2025`an di rewşa şer û pevçûnê ya ku herêmê tê re derbas dibe kir, bi xwe re qonaxeke nû ji bo civak û herêmê anî. Bangê rê li ber hemû cureyên şer digire û dest bi qonaxeke nû ya aştiyê dike. Qonaxên ku di pêvajoyê de tên, dê aştiyeke adilane di nava civakê de ava bike, di nav de entegrasyona demokratîk heye, ew jî derfetê dide ku pêvajoyeke qebûlkirina hev derkeve holê.

Telet Yûnis destnîşan kir ku di pêvajoyê de gavên ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin gavên dîrokî bûn, paşê ev pêvajo derbasî qonaxa çareseriya siyasî ya ku di milê qanûnê de bû rojev. Tê zanîn ku pirsgirêkên ku di nava Tirkiyeyê û tevahî Rojhilata Navîn de tên jiyîn çareseriya wê avakirina komarên demokratîk in, ku di nava komarê de her kes azad be, li ser bingehê azadî, wekhevî û edaletê ew komar were avakirin. Ev qonax divê bi guhertinên di destûran de dest pê bike, qonaxa erênî ya avakirinê destpêkeke nû ye ji bo têkoşîna siyasî û yasayî û pê jî bingehê pêvajoya nû tê avakirin.

Telet Yûnis da zanîn ku êdî divê di qonaxa heyî de ji aliyê dewleta Tirk ve gavên qanûnî û destûrî werin avêtin, divê qanûnên ku dewlet pê siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşand bên rakirin. Li şûna wan qanûnan, qanûnên ku mafê gelê Kurd misoger dike, rê li ber têkoşîna siyasî vedike û rê li ber şer digire deyne û wiha dom kir: “Divê ev pêvajo tenê bi gavên ku ji aliyê Tevgerê ve ku Rêbertî ji bo wan têkoşîn û berxwedanê dike, nemîne, pêwîste dewleta Tirk gavên di milê qanûnî de pêk bîne û ji bo entegrasyona demokratîk bingehekê ava bike. Ji bo ku qonaxa erênî ya avakirinê bimeşe divê gavên siyasî û qanûnî bên avêtin, ger ev gav neyên avêtin dê ti pêşketin çênebin.”

Telet Yûnis bal kişand ser astengî û pirsgirkên ku li pêşiya pêvajoyê derdikevin û diyar kir ku astengiyên ku derdikevin ji ber israrkirina hêzên desthildar a di înkarkirinê de ye û got: “Eger hêzên desthildar dest ji kiryarên xwe berdin û li gorî banga Rêbertî tevbigerin, wê rê li ber şerên ku li herêmê rû didin bê girtin. Gavneavêtina ji aliyê dewleta Tirk ve jî astengiya herî mezin e di vê qonaxê de ye.”

ANHA