Serokê Filistînê: Hemas di roja piştî şer de desthilatdar nabe

Serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas destnîşan kir ku Xeza dê di bin serweriya Desthilata Filistînê de be û got: “Hemas di roja piştî şer de desthilatdar nabe.” Ebas ragihand ku desthilat dê bi piştgiriya erebî û navneteweyî, berpirsyariya Xezayê bi temam bike.

Serokê Filistînê: Hemas di roja piştî şer de desthilatdar nabe
8 îlon, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku desthilata li Xezayê dê bi piştgiriya erebî û navneteweyî bi temamî di destê desthilata Filistînê de be û diyar kir ku di roja piştî şer de Hemas desthilatdar nabe. Her wiha Ebas got Xeza beşeke dewleta Filistînê ye.

Ebas di peyema xwe de ya ji bo serokatiya Kongreya Navneteweyî ya NY`yê got: “Divê Hemas çekê xwe radestî Desthilata Filistînê bike. Ji ber ku em dewleteke ne çekdarî dixwazin.”

Ebas aşkera kir ku amadekariyên ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlemantoyê piştî salekê ji bidawîbûna şer, berdewam in û her partiyek an jî namzetek dikare tev li hilbijartinan bibe lê divê pabendî bernameya siyasî û perspeketîfên navneteweyî yên Rêxistina Rizgariya Filistînê û rewabûna navneteweyî be. Her wiha dilsozê rêgeza “yek desthilat, yek qanûn, yek hêza ewlehî ya rewa” be.

Ebas diyar kir ku ji bo wan, agirbesta daîm û gihandina alîkariyan ji Xezayê re, serbestberdana dilgirtiyan, vekişîna artêşa Îsraîlê û destpêkirina xebatên ji nû ve avakirinê, mijarên herî girîng in.

(şx)