4 ciwanên ji Siwêdayê li ser rêya Şamê winda bûn

Agahî ji 4 ciwanên ji Siwêdayê qut bû, dema ku li ser rêya Şamê bûn. Metirsî heye ku ew ciwan hatine revandin.

4 ciwanên ji Siwêdayê li ser rêya Şamê winda bûn
8 îlon, 2025   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Agahî ji 4 ciwanên ku ji gundewarê Siwêdayê ne, berê xwe dabû Şamê, qut bûn. Malbatên ciwanan û şêniyên Siwêdayê tirsiyane ku ew ciwan hatine revandin.

Ciwanê bi navê Seid Meşarî El Şofî, Şadî Qeblan El Şofî û Murad Nayil El Şofî ji gundê Sema El Berdan ê Siwêdayê ne. Bi wan re ajokar Fadî Xêr ji bajarokê Melih hebû.

Li gorî agahiyan, ciwanan berê xwe dabû Lubnanê û ji dema derketine ve û heta niha têkilî bi wan re qut bûye.

(mh)