Balafirên şer ên Îsraîlê êriş navendên leşkerî li Hums û Laziqiyeyê kirin

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li dora bajarê Humsê û Laziqiyeyê bombebaran kirine.

Balafirên şer ên Îsraîlê êriş navendên leşkerî li Hums û Laziqiyeyê kirin
9 îlon, 2025   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li dora bajarê Humsê bombebaran kirine.

Ajansa SANA`yê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê dora bajarê Humês bombebaran kirine. Telefizyona El Erebî jî aşkera kir ku êriş li dijî tugeya parastina hewayî ya li başûr rojhilatê parêzgeha Humsê bû.

Telefizyona Meyadîn jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê Fakulteya Parastina Hewayî ya li herêma Ewras a gundewarê Humsê bombebaran kirine.

Lê heta niha ti agahî der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin û ti daxuyaniyeke fermi ji aliyê artêşa Îsraîlê ve nehatiye dayîn.

Girêdayî heman mijarê, hate ragihandin ku li bajarê Laziqiyeyê teqîneke mezin çêbûye. Li gorî agahiyan, navenda leşkerî ya Seqûbîn ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

(şx)