Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê bi perwerdeyan mîrasê diparêze

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê, ji bo ciwan û zarokan, çalakiyên xwe yên curbicur ên bi armanca parastina mîrasa gelêrî li gel nifşê nû dewam dike.

Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê bi perwerdeyan mîrasê diparêze
15 kanûn, 2025   07:30
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê perwerdeyên têkildarî govenda gelêrî, stranbêjî, wênesazî û tevnkirina kevneşopî dide. Di çalakiyan de bi dehan zarok û ciwanên bajêr û gundewar perwerdê dibînin. Armanc ji van çalakiyan de vejandina mîrasê û xurtkirina nirxên nasnameyên çandî li gel nifşê nû ye.

Organîzetoran diyar kir ku ev çalakî rûberek girîng a vedîtina behre û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên herêmê de ye, li kêlek wê jî cihekî ji bo parastina mîrasa hunerî û mirovahî ya bajêr e.

Girêdayî mijarê, hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê Teleb El Nazir ji ajansa me re diayr kir ku ev çalakî li ser bingeha bernameya hevgirtî û di bin çavdêriya perwerdekarên taybet bi pêşxistina şiyanên zarokan û mezinan de pêk tê.

El Nazir diyar kir ku li navendê 3 kom hene; koma Nacar a govenda gelêrî, koma wênesaziyê û koma tevnkirina kevneşopiyan hene. Perwerdekarên jin û mêr di nava komên biçûk de perwerdeyê didin zarok û ciwanan. Di hefteyê de 2 roj hatin diyarkirin.

El Nazir destnîşan kir ku niha jî xebat li ser avakirina koma şanoyê bi hevkariya Komîna Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin.

Di dawiyê de El Nazir anî ziman ku ew hewl didin li navendê hewayekê ji bo teşwîqkirina zarokên ji tevahî tememan ava bikinî da ku di warên hunerî de xwe derbirînin, mîrasa gelêrî bi rêya çalakiyên xwe vejînin.

Ji bo berdewama rola xwe ya piştgiriya çandê û hunerê û avakirina pireya peywendiyê di nava tevahî pêkhateyên civakî de, li navendê amadekariya lidarxistina çalakiyên nû tê kirin.

(fr)

ANHA