Serlêdanên tomarkirina navan ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serlêdanên tomarkirina navên xwendekarên dibistana amadehî ên ku li dibistanên rejîma berê dixwendin, ji bo ezmûnên dawiya salê, dest pê kir.
Komîteyên hevbeş ên Deseteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz îro dest bi tomarkirina navên xwendekarên dibistana amadehî (Bekeloriya) ên ku dibistanên rejîma berê dixwendin, ji bo ezmûnên dawiya salê, kir.
Xwendekaran ji saetên serê sibehê ve berê xwe dana navendên tomarkirinê yên li kantonên Cizîrê, Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Firatê, da ku navên xwe tomar bikin.
Ev navend rojane ji saet 8`ê sibehê heta 5`ê êvarê vekirî ne, tomarkirina navan dê heta 27`ê Hezîranê berdewam bike.
Li gorî daneyên aliyên pêwendîdar nêzî 70 hezar xwendekaran dê beşdrî ezmûnan bibin.
(k)
ANHA
TEPQA
REQA
HESEKÊ