Ji dema rûxandina rejîma Baasê ve 31 gorên komî hatin dîtin
Li Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji dema rûxandina rejîma Baasê ve 31 gorên komî hatin dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve 31 gorên komî hatin ditin, di gorên komî de 2 hezar û 744 term hatin dîtin.
Li gorî SOHR’ê, gorên komî li van deveran ne:
Dêrazor: 5 gorên komî, 6 jê zarok 106 cenaze.
Gundewarê Şamê: 5 gorên komî, 176 cenaze
Hema: 4 gorên komî, 41 cenaze
Hums: 8 gorên komî, hezar û 250 cenaze.
Dera: 4 gorên komî, 137 cenaze.
Şam: 2 gorên komî, hezar û 20 cenaze.
Idlib: 2 gorên komî, 10 cenaze.
Heleb: gorek komî, 4 cenaze.
(bb)