Şerê Rûsya û Ukraynayê didome
Rûsya êrişek hewayî li dijî paytexta Ukraynayê Kîevê pêk anî. Ukraynayê jî êrişên xwe yên li ser bajarê Kursk ê Rûsyayê didomîne.
![Şerê Rûsya û Ukraynayê didome](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b86ddd71a00.jpg)
Şaredarê paytexta Ukraynayê Kîev Vitali Klitschko daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê "Telegramê" weşand û got, "Rûsya êrişeke hewayî li dijî bajêr pêk anî û sîstemên parastina hewayî jî bersiva êrişan da."
Hêzên hewayî ya Ukraynayê li ser hesabê xwe yê "Telegram" ragihand ku bajar, derdora wê û tevahiya rojhilatê Ukraynayê "ji ber êrişên hewayî yên muhtemel" di hişyariyê ne û diyar kir ku "îhtîmal heye bi mûşekên balîstîk êriş li ser welat bê kirin"
Berpirsê kar û barên waliyê Kurskê Aleksey Smirnov jî got, mûşekeke Ukraynayê li avahiyeke niştecihbûnê ket û di encamê de şewat derket. Smirnov ragihand ku di êrişa Ukraynayê de 13 kes birîndar bûn û got, rewşa 2 birîndaran giran e.
Hêzên Rûsyayê sîstemeke ewlekarî ya berfireh li sê herêmên sînorî yên bi Ukraynayê re (Kursk, Belgorod, û Bryansk) ferz kir û hêzên xwe seferber kirine.
Medyayên rojavayî, êrişa Ukraynayê ya li Kîêvê wekî "Êrişa herî mezin ji destpêka şer ve di sala 2022’an" dinirxînin.