Şerê Îsraîl û Hemasê: Nêzî 500 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji ber di şerê Îsraîl û  Hemasê nêzî 500 xebatkarên qada tenduristiyê hatine kuştin.

Şerê Îsraîl û Hemasê: Nêzî 500 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin
11 tebax 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê  li Xezayê ve derdora 500 xebatkarên tenduritisyê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, artêşa Îsraîlê zêdetirî 310 xebatkarên tenduritsiyê girtiye, 130 erebeyên ambulansê wêran kirin û li Şerîdaya Rojava jî zêdetirî 340 binpêkirin li dijî navendên tenduristiyê û karmendên wê pêk anîne.

Wezaretê diyar kir ku ji ber êrişên Til Avîvê yên li ser binesaziya tenduristiyê welatî ji xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bêpar mane.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di encama şerê Îsraîl û Hemasê ku Cotmeha 2023’yan dest pê kir de 39 hezar û 790 filistînî hatin kuştin û 91 hezar û 702 jî birîndar bûne, bi hezaran qurbanî di bin kavilan de asê mane ekîpên tenduristiyê û yên rizgarkirina sivîlan nikarin xwe bighînin wan.

(bb)