Şerê Îsraîl-Îranê di roja 9’an de ye

Şerê di navbera Îsraîl-Îranê de dewam dike, li gorî Îsraîlê Fermandarê Lîwaya Duyem a Dironan yê Supayê Pasdarên Îranê, Emînpur Cudekî hatiye kuştin. Medya Îranê ragihand ku Îsraîlê êrişî tesîsa nûkleerê kiriye.

Şerê Îsraîl-Îranê di roja 9’an de ye
21 hezîran, 2025   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsralîl-Îranê de ku di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kir, di roja xwe ya 9’an de dewam dike.

Li gorî medya Îranê danê siharê Îsraîlê êrişî navendên leşkerî yên li Esfehanê kiriye. Tê gotin li Esfehan dengê teqînên mezin hatiye bihîstin. Herwiha medya Îranê ragihand ku Artêşa Îsraîlê li Esfehanê êrişî navenda tesîsa nûkleerê kiriye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Fermandarê Lîwaya Duyem a Dironan yê Supaya Pasdaran a Îranê Emînpûr Cudekî di êrişa wan de hatiye kuştin.

Li aliyê din li gorî televziyona dewletê ya Îranê artêşa Îsraîlê êrişî navendên leşkerî yên li bajarê Qumê kiriye. Tê gotin di êrişan de zarokek miriye û 2 kes jî birîndar bûne.

Medya Îsraîlê jî ragihand ku danê siharê artêşa Îranê êrişî bi dironan êriş pêkaniye, lê sîstema parastinê ketiye dewrê û rê nedaye êrişan.