Ezmûnên refa 9’an dest pê kirin
Ezmûnên refa 9’an a li gorî minhacên rejîma berê dest pê kirin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê ji bo rêvebirina proseya ezmûnan tevahî tedbîr girtine.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi armanca ku xwedenarên refa 9’an a li gorî minhacên rejîma berê yên li herêmên Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe pêşkêş bikin, li hev kiribûn. Ezmûn îro bi sponseriya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî hat destpêkirin.
Li kantonên Cizîrê, Dêrazor, Reqa, Tebqa û Firatê 26 hezar û 445 xwendekaran berê xwe dan navendên ezmûnan û dest bi ezmûnan kir.
Proseya ezmûnan ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî ji bo rêvebirina ezmûnan nûnerên xwe yên ji wezareta perwerdeyê erkdar kirine.
(bb)
ANHA
TEBQA
REQA
HESEKÊ
QAMIŞLO