Êrişa DAIŞ’ê ya li ser benda kontrolê hat şikandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser benda kontrolê ya bajarokê Şihêl ê Dêrazorê têk bir.

Êrişa DAIŞ’ê ya li ser benda kontrolê hat şikandin
21 hezîran, 2025   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êrişek çeteyên DAIŞ’ê ya li ser benda kontrolê ya li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê şikand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komeke terorîst duh (În 20 Hezîran 2025) saet di 22.30’an de bi motorsêklêtekê û çekên sivik êrişî benda kontrolê ya çerxerêya Etal a bajarokê Şihêl kir. Hêzên me bersiva êrişê da û bêyî ku zerar çêbibin, êrişkdar neçar kirin ku birevin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di serî de li Şihêl, Dîban û Bisêrayê şaneyên DAIŞ’ê di demên dawîn de li piraniiya bajarok û gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrişên xwe zêde kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê têkoşîna li dijî çeteyan bidomînin heta ku bi temamî werin têkbirin. Her wiha bang li şêniyan kir ku "ji bo parastin ewlehiya herêmê eger tevgerên bi guman bibînin, hêzên ewlekariyê agahdar bikin."

(bb)