Şerê Îranê, stratejiya lawazkirinê û îhtîmala şerekî herêmî rojevên medyaya erebî ne

Medyaya erebî li ser bandorên şerê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de û hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn nivîsîn, her wiha bandora şer a li ser Başûrê Kurdistanê û çend deverên din nirxandin.

Şerê Îranê, stratejiya lawazkirinê û îhtîmala şerekî herêmî rojevên medyaya erebî ne
10 adar, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî li ser bandorên şerê berdewam ê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA)-Îsraîlê û Îranê de û bandora wî ya li ser hevsengiyên herêmî û siberoja Başûrê Kurdistanê jî nirxand.

‘KURDISTAN Û NAKOKIYA DYA-ÎRANÊ?

Rojnameya El Şerq El Ewsat behsa bandorên bombebaranên dubare yên ku li dijî Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku pirsgirêk ne êriş bi xwe ye, lê bandorên wan ên siyasî ne. Armancgirtina Hewlêrê û deverên derdora wê, qadên enerjiyê û binesaziya girîng ne tenê wek bandoreke nakokiya DYA û Îranê xuya dike, lê wek hewldaneke ji bo ji nû ve pênasekirina pozîsyona herêmê di nav hevkêşeyeke herêmî de.

Rojnameyê nivîsî ku berfirehkirina çarçoveya êrişan ku binesaziya aborî, wekî qadên petrol û gazê û navendên enerjiyê jî bigire nava xwe, peyamek tê de heye ku zexta li ser DYA`yê derbas dike. Armanca wê têkbirina modela aramiyê ye.

LI KENDAVÊ SENARYOYÊN ŞER

Rojnameya El Xelîc li ser bandorên şer ên li ser ewlehiya herêmê nivîsî û destnîşan kir ku şerê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de qonaxek nû ya aloziyê li Rojhilata Navîn ye.

Rojname diyar kir ku rêça şer dikare bibe sedema çend senaryoyan; ya herî girîng berdewamiya operasyonên leşkerî di çarçoveyeke sînorkirî de ku tenê êrişan bibe ser dezgehên nukleerî û mûşekên Îranê, an jî şer veguhere şerekî dirêj ê lawazkirinê di navbera her du aliyan de.

‘BI HILBIJARTINA MUCTEBA XAMINEYÎ MUHAFAZEKAR DESTHILATA XWE DIDOMÎNIN’

Têkildarî pêşketinên li Îranê, AFP’ê destnîşan kir ku hilbijartina Mucteba Xamineyî wek rêberê bilind piştî kuştina bavê wî, desthilata berdewam a aliyê muhafazekar ê tundraw di nava rejîma Îranê de, nîşan dide.

Li gorî çavdêran, ev tayînkirin peyamekê dide ku rejîm tevî êrişên leşkerê jî hevgirtî ye û Artêşa Pasdaran êdî ji bo şekildana desthilatdariyê xwedî roleke girîng in. Çavdêran her wiha destnîşan kir ku berdewama serokatiya Xamineyî li ser rejîma Îranê xwedî giraniyeke sembolîk a mezin e.