Îran: Şertê agirbestê rawestandina êrişan e

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku şertê sereke yê agirbest û bidawîkirina şer, rawestandina êrişên li ser xaka Îranê ye.

Îran: Şertê agirbestê rawestandina êrişan e
10 adar, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê têkildarî bangên ji bo agirbest û bidawîkirina şer daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hin welatên wekî Çîn, Rûsya û Fransa bi Tehranê re di nava peywendiyan de ne da ku agirbest çêbe, lê heta Îran piştrast nebe ku “dijmin” êriş û destdirêjiyên li ser xaka Îranê rawestîne, wê şer nesekine.

Her wiha hate gotin “heta niha jî biryara bidawîanîna şer di destê Îranê de ye û yekem şertê ji bo agirbestê rawestandina her êriş û destdirêjiyeke nû ye”.

Duh serokê DYA’yê Donald Trump gotibû şerê li dijî Îranê nêzî bidawîbûnê hatiye.