Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye

Koçberên vegeriyan Efrînê diyar kir ku vegera wan piştî salên dirêj, destpêka qonaxeke nû ya jinûve avakirinê û pêşxistina ewlehiya warê xwe ye.

Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
Koçberên vegeriyan Efrînê: Vegera me destpêka qonaxeke nû ye
10 adar, 2026   11:18
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Piştî 8 salên koçberiya ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, 400 malbatên ji Efrînê duh ji herêma Cizîrê derketin û vê sibehê gihaştin warê xwe. 

Mistefa Seydo ku di koma yekemîn a de vegeriya cihê xwe, got vegera şêniyan piştî salên dirêj ên ji êşê qonaxeke nû ye, şênî hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin û ewlehiya bajarê xwe xurt bikin. Seydo anî ziman ku hejmareke mezin a malan hem bi awayekî giştî û hem jî bi qismî wêran bûne, pêdiviyên hin malên din bi sererastkirineke mezin heye.

Seydo îşaret pê kir derfetên madî yên gelek malbatan tune ne ku malên xwe ji nû ve ava bikin, lewre neçar dimînin ku alîkariyê ji xizmên xwe bixwazin an jî di reweşeke zehmet de bijîn ta rewş baş bibe.

Jina ciwan Dilara ya ji navçeya Cindirêsê, anî ziman ku vegera wan a piştî salên koçberiyê hêviyek bû û got: "Em ji vegerê natirsin, ji ber ku di dîrokê de Kurd ji kesekî natirsin."

(bb)

ANHA