Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir

Li Girke Legê du bira projeyeke biçûk a şêraniya krîp vekir û plansaziya wan heye ku projeya xwe berfireh bikin.

Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
Du birayan projeyeke şêraniya krîp vekir
23 tîrmeh, 2026   05:02
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Alan El Hac (20) û Fadî El Hac (23) ên birayên hev, projeyeke biçûk a şêraniya krîp berî du hefteyan li bajarê Girke Legê vekir. Ew li xwaringehên Şamê fêrî çêkirina şêraniya krîp bûne û cara yekemîn e ku li Girke Legê çêdikin.

Şêraniya krîp şêraniyeke fransî ye û ji hêk, ard, şîr, şeker, fêkî û çîkolatayê çêdibe.

Alan û Fadî tenê bi şev dixebitin û piştî roj diçe ava dest bi karê xwe dikin. Alan El Hac û Fadî El Hac ji bajarê Hesekê ne û projeya xwe li Girke Legê vekiriye.

Alan El Hac got: "Di destpêka vekirina projeyê de me zehmetî dît. Me bi besteke biçûk dest bi karê xwe kir û malbat bi me re bû alîkar. Di rojên destpêkê yên kar de şênî zêde nedihatin ku şêranî bikirin lê piştî demekê êdî gelek xelk tê ku şêraniya krîp bikire. Em dixwazin di siberojê de projeya xwe berfireh bikin û dikaneke taybet a şêraniyê vekin."

Her wiha Fadî El Hac jî anî ziman ku ew li xwaringehên Şamê dixebitîn û wiha lê zêde kir: "Em ji xwaringehê fêrî çêkirina şêraniyê bûn. Piştî em ji Şamê vegeriyan bi salekê me bi derfetên kêm li ser besteyeke biçûk dest bi projeya xwe kir. Me li malê şêranî amade dikir û dihat li bazarê difirot. Em dixwazin di dema pêş de projeya xwe berfirehtir bikin."

(np)

ANHA