Şerê DYA-Îsraîlê û Îranê ket hefteya xwe ya sêyemîn

Îranê şeva înê dîsa bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir. Artêşa Pasdaran ragihand ku wan li baregehên Îsraîl û DYA’yê xistiye.

Şerê DYA-Îsraîlê û Îranê ket hefteya xwe ya sêyemîn
14 adar, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê ket hefteya xwe ya sêyemîn. Îranê ragihand ku wê şeva borî dîsa bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiriye. Li gorî nûçeyan, baregehên DYA’yê yên li herêmê hatine hedefkirin.

PÊLEKE NÛ YA MÛŞEKÊN ÎRANÊ BER BI ÎSRAÎLÊ VE

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Tehranê pêleke nû ya êrişên bi mûşekan ber bi Îsraîlê ve avêt.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan avêtina mûşekan ji axa Îranê tespît kiriye û da zanîn ku pergalên parastina hewayî yên Îsraîlê ji bo astengkirina wan dixebitin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, li herêma Neqebê di êrişa mûşekên Îranê de, hin kes bi giranî birîndar bûne. Kanala 12'an a Îsraîlê jî ragihand ku parçeyên mûşekan bûn sedema şewatê li herêma Ledê. Heman kanalê destnîşan kir li bajarê Hewlûnê mûşekek li avahiyeke kavil xist û li herêmeke din jî mûşekekê li qata sêyemîn a avahiyekê xist, lê tiştek bi kesî nehat.

ÊRIŞÊN PASDARÊN ÎRANÊ

Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê pêla 46’an a "Operasyona Soza Durist 4" da destpêkirin û diyar kir ku 17 hedefên leşkerî yên DYA û Îsraîlê hatin hedefkirin.

Artêşê diyar kir ku "Opersyon diyarî giyanê Mihemed Baqirî û Xelamalî Reşîd" dike û diyar kir ku li Îsraîlê 10 veşartgeh û 3 bargehên kombûnê û cihên amerîkî xwe lê vedişêrin, hatin hedefkirin.

Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran de hate gotin, li Tel Avivê 7 nuqte, li Rîşon Le Ziyon 2 xal û li Şohamê xalek, her wiha baregehên DYA’yê li King Sultan, Victoria û Holier bi mûşek û dronan hatine hedefgirtin.

LI EREBISTANA SIÛDÎ BALAFIRÊN DYA’YÊ HATIN HEDEFKIRIN

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku di rojên dawîn de 5 balafirên sotemeniyê yên Hêzên Hewayî yên DYA’yê di êrişeke mûşekan a li dijî Baregeha Hewayî ya Emîr Sultan a li Erebistana Siûdî de zirar dîtine, lê tu kes nehat kuştin.

Rojnameyê ku agahî ji rayedarên DYA’yê wergirtine, da zanîn balafirên zerardîtî li ser erdê bûn lê bi tevahî nehatine rûxandin. Her wiha diyar kir ku balafir tên sererastkirin.

Li gorî agahiyan, hejmara balafirên sotemeniyê yên DYA’yê yên ku di êrişan de zirar dîtine an jî îmha bûne, bi kêmanî bû 7.

Di êrişan de balafireke bi tîpa KC-135 li Iraqê ket. Di encamê de 6 endamên taximê wê hatin  kuştin. Çavkaniyên îranî îdia kir ku balafir berî ku bikeve ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatiye xistin.

LI BEXDAYÊ TEQÎN, SEFARETA DYA'YÊ HAT HEDEFKIRIN

Medyaya iraqî ragihand ku li taxên El Erasat, Zayûne û El Seydiye yên Bexdayê rêze teqîn çêbûne. Li gorî agahiyan, balyozxaneya DYA’yê hatiye hedefgirtin.

AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di hêzên ewlehiyê de ragihand ku li balyozxaneya DYA’yê hatiye xistin û dûman ji hundirê wê bilind bûye. 2 berpirsên iraqî jî gotin, mûşekek li qada daketina helîkopterê ya balyozxaneyê ketiye.

WINDAHIYÊN HÊZÊN DYA'YÊ

Ji destpêka şer (28 Sibat) ve herî kêm 13 leşkerên DYA’yê di êrişan de hatine kuştin.

Li gorî medyaya DYA’yê, nêzîkî 200 leşkerên amerîkî birîndar bûne û nêzîkî 170 ji wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser erkê xwe. Her wiha 6 leşkerên amerîkî di 1'ê Adarê de di êrişeke bi droneyan de de li bendera Şueyba ya Kuweytê hatin kuştin.

TRUMP: ÎRAN TÊK ÇÛ Û LI PEYMANEKÊ DIGERE

Serokê DYA'yê Donald Trump li ser medyaya dîjîtal got: “Medyaya sexte, parvekirina serkeftinên mezin ên ku hêzên Amerîkayê li dijî Îranê bi dest xistine, red dike. Îran niha di rewşa têkçûneke mezin de ye û lihevkirinê dixwaze. Lê ez lihevkirinê qebûl nakim.”

(bb)