Li Bexdayê êrişa hewayî: serkirdeyên Giştî  yê Hizbulaha Iraqê hate kuştin

Li Bexdayê di encamê êrişek hewayî ya li ser baregeha Heşdî Şeebî de Sektetêrê Giştî  yê Ketibeyên (tabûr) Hizbulaha Iraqê hate kuştin.

Li Bexdayê êrişa hewayî: serkirdeyên Giştî  yê Hizbulaha Iraqê hate kuştin
14 adar, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê, danê siharê li herêma Eresatî ya li navenda parêzgeha Bexdayê, êrişî baregeha Heşdî Şeebî hatiye kirin.

Di encama êrişê de 4 endamên Heşdî Şeebî mirine û 8 jî birîndar bûne.

Li gorî Rojnewsê di nava kuştiyan de yek ji serkirdeyên Heşdî Şeebî Ebu Hisên Hemîdaw ku Fermandarê Giştî yê Ketibeyên Hizbulaha Iraqê bû, heye.

Di heman demê de Rêveberiyê Bedir, kuştina serkirdeyê rêxistina xwe Rehîf Elî Qasim û berpirsê sîstema mûşekan yê di nava hêzên Bedir dejî piştrast kir û sersaxî xwest.