Li Helebê di malekê de teqîn çêbû: 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Etarib ê li rojavayê Helebê di malekê de cebilxane teqiya. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li Helebê di malekê de teqîn çêbû: 2 kes hatin kuştin
14 adar, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li bajarê Etarib ê li rojavayê Helebê cebilxane di malekê de teqiya. Ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

Li gorî SOHR'ê, li rojavayê Helebê dengê teqînekê hat bihîstin. SOHR'ê diyar kir ku di teqînê de zarokek û kesekî din hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

(bb)