Serdana El Şerî ya li Îmaratê û dosyaya Îranê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî behsa serdana serokê desthilata Şamê ya li Ebû Dabiyê kir û ev yek wek hewldaneke ji bo bihêzkirina peywendiyên bi Ereban re nirxand.

Serdana El Şerî ya li Îmaratê û dosyaya Îranê mijarên rojnameyên erebî ne
14 nîsan, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, der barê geşedanên siyasî yên li herêmê de nivîsand û bal kişandi ser seredana serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şerî ya li Îmaratê û her wiha geşedanên dosyaya Îranê.

‘EL ŞERÎ JI BO DERBASKIRINA QONAXA HERÎ GIRÎNG A QEBÛLKIRINA EREBAN LI EBÛ DABIYÊ YE’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku seredana serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî bo Îmaratê, bi armanca "xurtkirina peywendiyên bi cîhana erebî re ye, bi taybet bi Îmaratê re pêk hatiye ku ew dergeheke bingehîn e ji bo vegerandina Sûriyeyê nava derdora wê ya herêmî de.

Çavdêran ev serdan ji rojnameyê re wiha şîrove kir: "Ev serdan xwesteka Îmaratê ya vekirina kanalên rasterast bi serkirdayetiya Sûriyeyê ya nû re, li derveyî çarçoveya fermî ya kevneşopî nîşan dide.”

Rojnameyê destnîşan kir: "Serdan di demeke hestiyar de pêk hatiye ku êrişên Îsraîlê li ser Sûriyeyê zêde bûne. Ev yek dibe sedema nîqaşan li ser îhtîmala ku Îmarat wekî navbeynkar di navbera Şam û Tel Avîvê de tev bigere, nemaze ji ber ku têkiliyên wê yên baş bi her du aliyan re hene.”

‘ROLA BASKÊN ÎRANÊ LI HERÊMÊ BI DAWÎ DIBE’

Rojnameya El Şerq El Ewset ragihand ku nîşaneyên girîng li herêmê xuya dikin ku îhtîmala guhertinên mezin di rola "baskên Îranê" yên leşkerî yên li Yemen, Lubnan, Iraq û Xezayê de pêk bên. Ev yek di demekê de ye ku di navbera Îran û DYA’yê de li Umanê hevdîtin pêk tên.

Rojnameyê diyar kir ku rêberê Îranê pejirandiye ku hevdîtin bi destê Abbas Eraqçî û nûnerê DYA'yê Steve Witkoff pêk bên. Çavdêran ev yek wek guhertina helwesta Îranê nirxan.

Rojnameyê behsa rewşa tevlihev a Hûsiyên a li Yemenê kir, her wiha bal kişand ser rewşa aloz ya çekdarên ser bi Îranê ve yên li Lubnan û Iraqê.

Rojnameyê ev pirs kir: “Gelo dem hatiye ku êdî rola "baskan" nemîne û Îran veguhere rewşa dewletbûnê? Ma gelo dibe ku ev bibe destpêka dawiya serdema şerên wekaletê?”

(k)