Şêniyên Til Koçerê: Em QSD’ê mezin bikin!

Şêniyên bajarê Til Koçerê girîngiya xurtkirina xweparastinê û mezinkirina QSD’ê vegotin û diyar kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi hevgirtin û hişyarbûnê heye.

Şêniyên Til Koçerê: Em QSD’ê mezin bikin!
12 mijdar, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re anîn ziman û banga xurtkirina xweparastinê kir.

Jina bi navê Delal Şiblî diyar kir ku pêvajoya heyî hestiyar e û got,  li hemberî hemû gefan çi yên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bin, an jî çeteyên dewleta Tirk be ku hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin û yekitiya nîştimanî ya di navbera pêkhateyan de têk bibin, pêdivî bi xurtkirina parastina civakî û piştgiriya bi QSD’ê re heye.

Delalê bi domdarî got: "Divê em ji her demê bêtir hişyar bin. Divê em li dijî şerê taybet parastina herêmê ji hemû xetereyan xurtir bikin û tevlêbûna nava QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî yekîneyên leşkerî zêde bikin."

Delal anî ziman ku ji bo parastina destkefityên hatine bidestixstin, pêdivî bi hişyarbûneke mezin û tevgirtina civakî heye.

Şêniyê bi navê Yasîn Mihemed El Mihêmîd jî destnîşan kir ku parastin ji girîngtirîn hêmana jiyanê ne, nemaze ji ber gef û êrişên ji zêdetirî 14 salan li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin.

El Mihêmîd îşaret pê kir ku armanc ji gefên domdar têkbirina jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Li hemberî van gefan divê em bi rêya parastina ewlehî û ya xweser eniya hundirîn xurt bikin. Li dijî xetereyên ji derve û ji hundir ve divê em piştgiriyê bidin QSD, Asayîş û Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê."

El Mihêmîd diyar kir ku QSD’ê parêzvanên welat û rûmetê ne û got: "Her çi qasî em piştgiriyê didin şervanên xwe ew qasî destkeftiyên me û ewlehiya herêmên me tên parastin. QSD’ê parêzvanên welat û rûmetê ne û hêza yekane ye dikare van destkeftiyan bighîne pira ewle. Divê em bawerî û piştgiriyê bidin vê hêzê ji ber ku ew jî hêza û moralê ji berxwedana û sekna gel digire."

Salih El Kino jî da zanîn ku pêdiviya vê qonaxê bi xurtkirina parastinê heye ji ber hêmanê sereke yê parastina civakê ji xetereyan e.

El Kino diyar kir ku QSD’ê û Asayîş wekî mertalekî asê li hemberî van êrişan disekinin û ewlehiya gel û herêmê diparêzin.

Salih El Kino di dewama axaftina xwe de anî ziman ku erka her ferdek li vê herêmê bi berpirsyarî û dilsozî parastina herêmê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî "Li dijî xetere û gefên li ser ewlehiya me divê em hêzeke navxweyî ya hişyar bin. Divê em destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Şêniyan di dawiya axaftinên xwe de anîn ziman ku ku piştgiriya bi QSD’ê re bidomînin û heya dawiyê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

(bb)