Nexweşxaneya Hamayê bûye saziyeke bazirganiyê

Nexweşxaneya Neteweyî ya Hamayê ku ji bo şêniyan navendeke tenduristiyê ya bêpere yan erzan bû, niha veguheriye saziyeke bazirganî ku barê nexweşan û malbatan giran kiriye.

Nexweşxaneya Hamayê bûye saziyeke bazirganiyê
12 mijdar, 2025   07:40
HAMA

Rewşa xizmetên tenduristiyê li gelek herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de her ku diçe xerabtir dibe. Yek ji van deveran bajarê Hemayê ye. Li Hemayê Nexweşxaneya Neteweyî, ku carê ji bo malbatên xizan û kesên dahata wan navîn û nizm navendeke tenduristiyê bû, niha bûye sedema zehmetiyên darayî û derûnî. Nexweşên ku diçin nexweşxaneyê neçar in pereyên alavên niştegeriyê bidin, bi taybet pêdiviyên niştegeriya dil û kelûpelên hişbirinê (bencê).

Şêniyê bi navê A.D. (50 salî), ku li bendê ye ku ji bo dayika xwe niştegeriya dil bike, got: "Rewş xerab e. Em pereyan didin nexweşxaneyê, dûvre em bihayê pêdiiyên niştegeriyê jî didin. Balon û şebekeyên ji bo niştegeriya dil pir biha ne, û em neçar in ku pereyan ji malbat û hevalan xwe kom bikin. Du çare li pêşiya me hene, yan em ê heta demeke bêdawî li bendê bimînin bi hêviya ku nexweşxane wan alavan peyda bike, yan jî di bin deynan de bimîne da ku nexweşê xwe xilas bikin."

Şêniya bi navê J.S. diyar dike ku "lêçûna niştegeriya qestera ji bo dil li derveyî nexweşxaneyê digihîje nêzîkî 2 milyon lîreyên Sûriyeyî, lê di hundurê Nexweşxaneya Neteweyî de, tevî bihayê materyalan, digihîje nêzîkî milyonek lîreyan. Lê ev kêmbûna lêçûnê nayê wateya ku xizmetek baş li nexweşxaneyê heye; berevajî vê, em ji bo peydakirina alav û meteryalan zehmetî dikşînin û tim bi tirs û fikar in ka ew kalîteya wan meteryalan baş e yan na."

Nexweş gazinan dikin ku ev rewş ne tenê bandorê li aboriya wan dike, lê di heman demê de li ser xizmeta bijîşkî bi xwe jî bandor dike. Ji ber nebûna alav û materyalan dibe sedema paşxistina niştegeriyan, ev jî êşa nexweşan dirêj dike û xetera li ser jiyana wan zêde dike.

Malbat û nexweş bang li rayedarên tenduristiyê yên têkildar ên li Wezaretê kirin ku bi lezgîn tevbigerin da ku alav û meteryalên tenduristiyê peyda bikin û  bi buhayên arzan bidin nexweşan. Her wiha xwestin ku piştgiriya darayî bo nexweşxaneyê were dayin da ku karibe barê nexweşan sivik bike.

Şêniyên bajêr dibêjin ku Nexweşxaneya Neteweyî ya Hemayê hewceyî piştgiriyê ye da ku nebe saziyeke bazirganî.

(k)

ANHA