Rewşenbîrên li Kobanê: Em sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nakin

Rewşenbîrên li Kobanê diyar kir ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo hemû pêkhateyan were parastin û got ew sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî napejirînin.

Rewşenbîrên li Kobanê: Em sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nakin
15 mijdar, 2026   04:35
KOBANÊ
SILAVA OMER

Rewşenbîrên li bajarê Kobanê têkildarî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 saetan di hefteyê de, ji ajansa me re axivîn.

Endamê Beşa Helbest û Çîrokan a Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido helbestvan Mihemed Ebdo Misî bal kişand ser pirrengiya ziman û çandan û got: "Her pêkhateyek xwedî zimanekî ye û her kes divê bi zimanê xwe bijî û fêr bibe. Çawa ku bêhna her gulekê cuda ye, her zimanek jî rengekî dide jiyanê. Mirov bi zimanê xwe mezin dibe û bi pêş dikeve."

`BILA EM DI OXIRA ZIMANÊ XWE DE BIMIRIN`

Mihemed Ebdo diyar kir ku ziman çand û nasnameya gel e û got: "Mirov di jiyana xwe de tenê carekê dimire, eger em ê bimirin jî, bila em di oxira azadiya zimanê xwe de bimirin."

`ZIMANÊ KURDÎ XEWN Û XEYALÊN BI SALAN BÛ`

Her wiha mamosteyê zimanê kurdî Heysem Mislim diyar kir ku xwendina bi zimanê dayikê bandoreke mezin li ser asta zanistî ya zarokan dike.

Mislim diyar kir ku dema wan dest bi fêrkirin û xwendina zimanê Kurdî kir, xewna wan a herî mezin ew bû ku zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û ew xewn pêk hat. Mislim wiha dewam kir: "Lê piştî van salên dirêj ên xwendinê, derketina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de em napejrînin û vê yekê em red dikin."

`ÇI DIBE BILA BIBE, EV ZIMANÊ ME YE`

Mislim her wiha got: “Çi dibe bila bibe, ev zimanê me ye. Wekî hemû gel û mirovên cîhanê, em jî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin. Gelo çi pirsgirêk heye ku em bi zimanê xwe bixwînin?”

Di dawiya axaftina xwe de mamoste Heysem Mislim girîngiya ziman ji bo mirovahiyê bi bîr xist û got: “Divê her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwîne û tu ziman neyên qedexekirin."

(so/k)

ANHA