Di teqîna li Ceremanayê de 2 kes mirin

Ji ber teqîna mayînekê li hundirê erebeyekê li bajarê Ceremana yê başûrê Şamê de zarokek û mêrek mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

 Di teqîna li Ceremanayê de 2 kes mirin
14 mijdar, 2026   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, li bajarê Ceremana yê başûrê Şamê mayînek di hundirê erebeyekê de teqiya. Di encamê de zarokek keçîn û mêrik mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji dezgehên ragihndinê re diyar kir ku li taxa Nesîm li nêzî Geraca çêkirina betariyan de mayînek ku di hundirê erebeyekê hatibû çandin teqiya.

Çavkanî diyar kir ku ji ber teqînê zerar bi hejmarek erebe û avahiyên derdorê bûn. Her wiha destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê derdora cihê teqînê dorpêç kir û li kamereyên çavdêriyê vegeriyan, hemwextî wê tîmên taybet ên Wezareta Hundirîn gihîştin cihê bûyerê da ku teqez bikin ku mayînên dîtir tune ne.

Li gorî şêniyan, nêzî saet 20.00‘an  ê dengê teqîneke mezin hat bihîstin û agir bi erebeyekê ket.

(f)