Li Gundewarê Şamê gorek komî hat dîtin

Li bajarê Heresta yê parêzgeha Gundewarê Şamê goreke komî ya 6 cenazeyan hate dîtin.

Li Gundewarê Şamê gorek komî hat dîtin
16 mijdar, 2026   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li herêma El Ecemî  ya bajarê Heresta ya parêzgeha Gundewarê Şamê goreke komî hat dîtin.

SOHR‘ê der barê mijarê de ragihand ku di dema rakirina bermahiyên avahiyên wêrankirî 6 cenaze hatin dîtin.

SOHR‘ê diyar kir ku cenaze ji aliyê tiba edlî ve tên lêkolînkirin da ku nasnameyên wan werin diyarkirin û malbatên wan werin agahdarkirin.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve 28 gorên komî hatin dîtin. Di goran de 231 cenaze hebûn.

(bb)