Koçberan bang kir: Bêyî bidawîbûna dagirkeriyê veger tune ye

Bi hezaran malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî li benda vegera ewle ne. Hemwextî wê li deverên dagirkirî sûcên revandin û kuştinê didomin bêyî ku tu gavên cidî ji bo pêkanîna ewlehiyê werin avêtin. Koçberan got, "Bêyî bidawîbûna dagirkeriyê veger tune ye."

Koçberan bang kir: Bêyî bidawîbûna dagirkeriyê veger tune ye
12 mijdar, 2025   06:25
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkeriya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, binpêkirin û sûcên li dijî şêniyên wan dewam dikin. Li hemberî van sûcan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu bertek nîşan nedane, ev jî dihêle bi sedhezaran koçber ji warê xwe dûr bikevin û ji mafên xwe yên siyasî û çandî bêpar bimînin.

ˋBINPÊKIRIN RÊ LI BER VEGERE EWLE DIGIREˊ

Tevî bangên xwecihî û yên navneteweyî, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker rê li pêşiya vegera ewle ya koçberan digire. Li gorî raporên hiqûqî, li deverên dagirkirî girtin, revandin, û kuştin hîn jî didomin.

ˋDAXWAZÊN KOÇBERÊN EFRÎNÊˊ

Koçbera ji bajarê Efrînê yê dagirkirî Sozan Oso got "Ji 8 salan ve Efrînî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne û di nava şer û mercên pir zehmet de dijîn. Daxwaza me ya berdewam vegera ewle li warên me ye."

Sozan Oso diyar kir ku "Heta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka me ne, em nikarin vegerin. Em daxwaza vegera ewle bi garantiya herêmî û navneteweyî dikin."

Sozan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hîna pêkanînên weke revandin, qetilkirin û revandinên bêserûber didomînin.

HÊVIYÊN KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ PIŞTÎ PEYMANÊ

Endama Nivîsgeha Jinan û Zarokatiyê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semho anî ziman ku piştî peymana 10'ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, hêviyên koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî zêde bûn û got: "Lê belê hîn tu gav ji bo vegerandina koçberan nehatine avêtin. Hîn jî bajar di bin dagirkeriya çeteyan de ye, alên Tirk, Tirkistanê hildane û zimanê xwe ferz kirine."

Zehra Semho destnîşan kir ku hêviya wan a vegerê lewaz bû, ji ber ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê helwesta xwe diyar kiriye ku ew naxwaze koçber vegerin.

BANGÊN GARANTIYÊN NAVNETEWEYÎ

Zehra Semho bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî û aliyên eleqedar bi kar û barên koçberan kir ku vegera ewle ya wan misoger bikin û got: "Divê vegera koçberan di navbera QSD û hikumeta veguhêz de were nîqaşkirin, çete û dagirker werin derxistin. Divê hêzên ku bajaran biparêzin jî ji şêniyên wan bin."

ˋBANGÊN HIQÛQÎ YÊN LEZGÎNˊ

Çalakvana hiqûqî Yusra Îlyas bal kişand ku dagirkeriya Tirk ji gelek salan ve astengiyan li pêşiya vegera koçberan datîne.

Yusra Îlyas bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku ji bo vegera koçberan bi garantiyên herêmî û navneteweyî bixebitin.

Hemwextî domandina pergala dagirkeriyê û pêkanîna sûcan li kêleka wê jî necidîbûna hikumeta veguhêz di pêkanîna sozên xwe de, zehmetiyên bi hezaran malbatên koçber zêde û girantir dibin.

(mh/fr)

ANHA