Keça Feysel Ebû Leyla: Em ê destkefiyên bavê xwe û hevrêyên wî biparêzin

Keça şehîd Feysel Ebû Leyla anî ziman ku ew ê xwedî li mîrasa bavê xwe û hevrêyên wî derkevin û tev bi hev re bajarê xwe biparêzin.

Keça Feysel Ebû Leyla: Em ê destkefiyên bavê xwe û hevrêyên wî biparêzin
Keça Feysel Ebû Leyla: Em ê destkefiyên bavê xwe û hevrêyên wî biparêzin
Keça Feysel Ebû Leyla: Em ê destkefiyên bavê xwe û hevrêyên wî biparêzin
Keça Feysel Ebû Leyla: Em ê destkefiyên bavê xwe û hevrêyên wî biparêzin
20 sibat, 2026   05:50
KOBANÊ
DICLE EHMED

Kobanê hata niha jî di nava dorpêçeke gelekî giran de ye. Hemû pêdiviyên jiyanî li ser Kobanê hatine birîn. Keça fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla Rehef Sedûn, dibêje ew ê bi hêz û têkoşîna xwe vê dorpêçê têk bibin.

Keça şehîd Feysel Ebû Leyla Rehef Sedûn (16) dibêje ew ê mîrasa şehîdên xwe biparêzin û ew ê parastina bajar û rûmeta xwe bikin û got: “Ez li bajarê xwe Kobanêya berxwedêr im. Çete êrişî bajarê me dikin, dixwazin nasname û zimanê me qir û tune bikin. Lê em di nava dorpêçeke gelekî giran de hatine pêçandin. Bi berxwedana xwe jî ku bi saya şehîd û pêşengên me, em ê dorpêçê bişikînin. Bavê min ji bo parastina vî bajarî canê xwe feda kir. Em zarokên şehîdan jî em ê rabin ser pêyan û em ê parastina bajarê xwe bikin.”

Rehefê anî ziman ku dixwazin dawiya Kurdan bînin û ev li gotinên xwe zêd kir: "Em xwedî destkeftiyên şehîdên xwe ne û em dev ji van destkeftiyan bernadin. Em ê destkftiyan bi stranan û dengbêjiya resen a ku temsîla çanda kurdî dikin, biparêzin. Em niha li vir in. Em ê bi stranên xwe, bi têkoşîna xwe û bi berxwedana xwe, vê dorpêçê bişikînin. Bi zarok, ciwan, jin û îxtiyaran em ê bi giştî rabin. Çawa xwestin ku di salên 2014-2015`an de Kobanê tune bikin, lê bi saya bavê min û hevrêyên wî, ev bajar hat rizgarkirin û neket destê çeteyan, em ê niha jî bi heman rihî û heman berxwedanê bajarê xwe biparêzin û bi ser bikevin."

(bb)

ANHA