Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin

Şêniyên Helebê yên beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Çiya Rizgar bûne diyar kir ku şehîd Çiya Rizgar roleke girîng di birêxistinkirina ciwanan de û xurtkirina rihê fedakariyê ya di oxira doz û welat de lîst û got: "Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin."

Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
Şêniyên Heleb: Wesîyeta şehîdan em destkeftiyên wan biparêzin
3 îlon, 2025   13:39
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan Çiya Rizgar merasîma sersaxiyê li Qada Şehîdan a beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Çiya Rizgar di 25ˊê Tebaxê de dema tedawî dibû şehîd bû.

Di merasîmê de şêniyên taxa Şêxmeqsûdê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Endamê Meclisa Ciwanan a Helebê Dunya Bekir axivî û got şehîd Çiya roleke girîng di birêxistinkirina ciwanan û perwerdekirina wan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo de, da.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Cengîz Mistefa Hemo diyar kir ku "Şehîd di oxira parastina doz û nasnameyê de canê xwe feda kirin, rêya azadiya ji nifşên nû re ronî kirin."

Endamê Meclisa Olî Yehya Ebû Beraa jî li ser cihê şehîdan axivî û got: "Bi fedakariya şehîdan siberoja nifşan tê xêzkirin. Wesîyeta şehîdan ew e em destkeftiyên wan biparêzin û dilsozê fedakariyên wan bin."

Merasîm bi diruşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA